Mattis diçe Rojhilata Navîn

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis, di navbeyna 18-23 Nîsanê de, dê seredana Erebistana Siûdî, Misir, Israîl û Qeterê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis, di navbeyna 18-23 Nîsanê de, dê seredana Erebistana Siûdî, Misir, Israîl û Qeterê bike.

Li gor agahdariyên ji berpirsên Amerîkî, Mattis di vê seredana xwe de, dê ligel birêvebirên van welatan di destê yekem de Krîza Suriyê û têkoşîna li dijî DAIŞ bigre dest.

Mattis herweha dê siyaseta desthilata Trump ji hevkarên xwe yên deverê re eşkere bike û di vê çarçoweyê de daxwaza pêwendiyên xûrttir ji hevkarên xwe bixwaze.