Planeke Trump, Esed xemgîn dike

Serokê Amerîka Donald Trump planek ji 4 qonaxan derbarê Sûriyê de daniye, li gor wê planê herêmên Kurdê dê ji aliyê Kurd ve bên birêvebirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump planek ji 4 qonaxan derbarê Sûriyê de daniye, li gor wê planê herêmên Kurdê dê ji aliyê Kurd ve bên birêvebirin.

Ajansa “Associated Press” a Amerîkî li ser zarê berpirsekî Amerîkî belav kiriye, Serokê Amerîka Donald Trump planek ji 4 qonaxan derbarê Sûriyê de daniye. Qonaxa yekem ji bo rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê ye.

Li gor plana Trump, di qonaxa duyem de aramî li Sûriyê ava dike û agirbestê di navbera Beşar Esed û grûpên opozîsyonê de datîne. Herwiha Amerîka navçeyên aram bi awayekî demkî ava dike, ku ji aliyê firokeyên Amerîka û hevpeymanên wê ve bê parastin.

Herwiha herêmên Sunî dê ji aliyê Suneyan ve û herêmên Kurdî ji aliyê Kurdan ve bê birêvebirin, ew herêm jî dê ji aliyê hikûmeteke demkî ve werin birêvebirin.

Amerîka dixwaze Beşar Esed bi dilê xweşî ji desthilatê dakeve

Qonaxa sêyemîn ya plana Donal Trump taybet e bi çarenivîsa Beşar Esed e, ku li gor wê planê divê Esed di desthilatê de nemîne. Ew plan amaje bi wê yekê jî dike, heger Esed bi dilê xwe jidesthilatê daneket, du bijarde hene, ya yekem dê rê li ber wî werin girtin ku beşdarî hilbijartinan nebe. Yan jî dê bi tuhmeta “Tawanên şer” ji aliyê Rêxistina Tawanan a Navdewletî ve dûvçûn li pê were kirin.

Wê rojnameyê gotiye jî, bi baweriya Washingtonê, Esed dê razî bibe dest ji desthilatê dakeve û ji Sûriyê derkeve û biçe Rûsya û yan Îranê. Herwiha ne dûr e jî ku ji aliyê rikberiyên wî ve bê kuştin.

Li gor wê planê, bo avêtina Esed, Amerîka ti hêzeke zêde naşîne Sûriyê, di vê derbarê de jî wê rojnameyê amaje bi serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Moskoyê kiriye ku ji berpirsên Rûsyayê re gotiye, welatê wî bijardeya çûna Esed bi dilê xwe baştir dibîne.

Amerîka dê rê bide binkeyên Rûsî yên leşkerî li Sûriyê bimînin

Qonaxa çarem jî, taybet e bi rêkxistina rewşa Sûriyê ya ji piştî qonaxa veguhastinê ye, ku bi hevkariya Amerîka û Rûsyayê dê çareserî li Sûriyê encam bide.

Wê rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye jî, plana  Trump ji rêbaza Obama cudatir û zelaltir e, bi taybet piştî lêdana firokxaneya Şuayrat, piştî komkujiya kîmawî ya li Idlibê.

Herwiha bo razîkirina Rûsyayê bi vê plana Trump jî, Washington dê pêşkêşî Rûsyayê bike, ku herdu binkeyên Rûsyayê yên leşkerî li Sûriyê (Binkeya deryayî li Tertûsê û Binkeya Himêmîmê) bimînin.