Wezîrê derve yê Almanya tê Kurdistanê
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gor agahdariyên K24, Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel dê seredana Kurdistanê bike.
Sigmar Gabriel di destpêkê de dê seredana Bexdayê bike û piştî wê jib o hevdîtinan ligel berpirsên herêma Kurdistanê, dê bigihe paytext Hewlêrê.
Tê çaverêkirin ku, Wezîrê Derve yê Almanya ji alî Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve bê pêşwazîkirin û di hevdîtinê de sere dijî DAIŞ, opreasyona Musilê û pêwendiyên her du aliyan bên gotûbêjkirin.