Di hefteyekê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Sererkaniya Tirkiyeyê dibêje, di nav hefteyekê de 8 leşker û 45 endamên PKKê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyeyê dibêje, di nav hefteyekê de 8 leşker û 45 endamên PKKê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane.

Li Bakurê Kurdistanê arteşa Tirkiyê li hemberî PKKê operasyonên berfireh bi rê ve dibe û şer û pevçûnên dijwar rû didin. Operasyonên leşkerî li bajarê Şirnexê herêma Besta ev çend roj in berdewam dike û herî dawî duh 3 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin.

Ji aliyekî din ve, li 8 gundên Pasurê ya bi ser Diyarbekirê jî di çarçoveya şerê PKKê de qedexeya derketina derve hate ragihandin. Herwiha li navçeya Licê jî operasyona ku ji roja Çarşemê ve berdewam dikir bidawî hat û li gor zanyariyan hejmarek zêde çek û teqemenî hatine bidestxistin.

Derbarê operasyona Besta û şer û pevçûnên duh de heta niha ji aliyê HPGê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.