Kalin: Hêzên me ji bo operasyona Iraq û Sûriyê amede ne

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin got, heta ku gefên terorê li ser Tirkiyê hebin, dê operasyon bênavber berdewam bikin û hêzên wan ji bo operasyona Iraq û Sûriyê amede ne û divê Ewropa, di têkoşîna dijîterorê de digel Tirkiyê cîh bigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kalin di civîna çapemeniyê de got, li Tirkiye û derve hember terorê têkoşînên dijwar dimeşînin. Her çiqas Operasyona Mertala Ferêt dawî bûye jî, kengê pêwîst bibînin dê operasyonekê lidar bixin.

Kalin da xuyakirin, heger Yekîtiya Ewropa soza xwe ya serbestiya vîzeyê bicîh bîne, dê pêwendiyên Tirkiye û Ewropa baş bibin, lê Tirkiye di vî warî de tê xapandin.

Kalin da xuyakirin, dijberiya hember Erdogan li Ewropa her diçe zêde dibe û sedema vê jî, têkçûna wan ya hember Erdogan e.