Desthilat û medya Tirkiye, li ser şehîdkirina Pêşmergeyan bêdeng e!

Vê sibehê balafirên cengî yên Tirkiye, deverên Şingal li başûrê Kurdistanê û Qereçok li rojavayê Kurdistanê bomberan kirin. Di êrîşa ser bi Şingalê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmerge brîndar in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Vê sibehê balafirên cengî yên Tirkiye, deverên Şingal li başûrê Kurdistanê û Qereçok li rojavayê Kurdistanê bomberan kirin. Di êrîşa ser bi Şingalê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmerge brîndar in.

Berpirsên PYD û YPG jî radighînin ku, li devera Qereçok li rojavayê Kurdistanê hejmarek kes jiyana xwe ji dest dan e.

Berpirsên Tirkiye û medyaya Tirkiye, li ser şehîdkirin û brîndarkirina Pêşmergeyan qet tu agahdarî û nûçeyan nadin.

Li aliyek din, Hêzên Artêşa Tirkiye (TSK) bi daxûyaniyekê eger û sedemên bomberankirina Şingal û Qereçokê bi hebûna PKK li van deveran destnîşan dike û dibêje ku, ji van deveran “terorîstên PKK êrîşî Tirkiye dikin”. Herweha TSK, bombebarankirinê wekî mafêk xwe dibîne, ku ji van deverên “Suriye û Iraqê” êrîş tên Tirkiye.

TSK, her car egera bomberankirinên xwe li herêma Kurdistanê, bi hebûna kamp û yekîneyên PKK li deverê destnîşan dike.