Tirkiye: Operasyon dê berdewam bikin

Sererkaniya Tirkiyê ragehand, bi êrişa asmanî deverê Çiyayê Şengalê û herêma Çiyayê Qereçoxê hatiye bombebarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragehand, bi êrişa asmanî deverê Çiyayê Şengalê û herêma Çiyayê Qereçoxê hatiye bombebarankirin.

Sererkaniyê da xuyakirin, bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê ji hêla PKK û baskên wê ve bo derbaskirina çek û teqamenî û endamên rêxistinê ve tê bikaranîn û jiber vê îro demjimêr 2'ê berdestê sibê, hatine armanckirin.

Sererkaniya Tirkiyê da zanîn, êrişa asmanî gihîştiye armanca xwe û heta terorîstê dawî jî dê operasyonên wan berdewam bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Îro 25-04-2017 demjimêr 02.00ê danê sibê, çiyayê Şingalê û derdora wî ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Di encamê de ziyan û wêrankariyeke mezin çê bûye, 5 Pêşmerge şehîd bûne û 9 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.”

Li aliyê din, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê mijarê de da xuyakirin, di êrişê de, fermandariya YPG li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatiye armanckirin û her wiha navenda çapemenî hatiye armanckirin.

Çavkaniyên YPG dan xuyakirin, di êrişê de hejmarek kesan canê xwe jidest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Lê derabrê nasname û hejmarê de agahî nehat dayîn.