KCD: Êrîş li tifaq û destkeftinên Kurdan hatiye kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di daxuyaniya giştî ya HDP, DBP, KJA û KCD'ê ya li ser êrîşên firokeyên Tirkiyeyê hat dayîn de sedemên êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal û Rojava nirxandin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bal kişand ser bombebarana Şengalê û got ku hêzên derveyîn yên ku vê êrîşê li ser Kurdan plan kirine, bila bêdeng nemînin.
Guven bang li gelê Kurd kir û diyar kir ku, roj roja yekîtî û tifaqê ye û gelê Kurd li her çar parçeyan jî bi ser ketiye loma ji çar aliyan ve êrîş li destkeftiyên Kurdan tên kirin.