Festivala Canda Hindistanê “Holifest”

Bi hezaran gênc li Stenbolê di festîvala çanda Hindistanê de anku festîvala Holiyê de hatin ba hev. Di festîvalê de welatî bi avetina boyaxên reng bi reng hatina biharê pîroz kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Bi hezaran gênc li Stenbolê di festîvala çanda Hindistanê de anku festîvala Holiyê de hatin ba hev. Di festîvalê de welatî bi avetina boyaxên reng bi reng hatina biharê pîroz kirin.

Holîfest a ku wekî cejna gerdîşî ya çanda Hindistanê tê zanîn ya ku li dinyayê ji 50an zêdetir welatan tê pîroz kirin herwiha cejna ku di sala 2016an de nav li xwe dayî; îsal dîsa li Stenbolê hat lidarxistin.

Holîfesta ku wekî yekemîn festîvala ser vekirî ya salê tê destnîşankirin, ji aliyê beşdaran ve bi boyaxên reng bi reng hat pîroz kirin. Beşdaran di gel dîmenên rengîn demên xweş derbas kirin.

Beşdarên festîvalê kurte demek be jî ji geremola bajêr dûr ketin û bi saya Holîfesta ku wekî mîzgîniya biharê tê zanîn hevdu bi rengên biharê xemilandin.

Di çalakiyên festîvalê de beşdaran derfet dîtin ku bi atolyeyên xinhê, komên dansa Hindê, DJyên li cîhanê navdar yên Hindistanê û herwiha cil û berg û aksesuarên Hindiyan ji nêz ve nas bikin.

Holîfesta ku dawiya hefteya Stenboliyan bi çalakiyên cûr be cûr xemilandî, dê bi performansên DJyan, nûmayîşên dansa Hindê û bi dîmenên xwe yên rengîn bi maweya 2 rojan berdewam bike.