Amerika: Ji bo aramkirina rewşê em di danûstandinan de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî êrîşên balafirên cengî yên Tirkiyê ser bi devera Çiyayê Şingal li başûrê Kurdistanê û Qereçox a rojavayê Kurdistanê, Wezareta berevanî ya Amerikayê diyarkir ku, ji bo aramkirina rewşê di nav danûstandinan de ne.
Li başûrê Kurdistanê lrîşên ser bi Şingalê û şehîdkirina Pêşmergeyan di encama vê êrîşê de dilgiraniyek mezin peyda kiriye. Wezareta Pêşmerge, aliyên siyasî, dezgehên desthilatî, civatî û xelkê Şingalê ji aliyê xwe ve, daxwaza derketina çekdarên PKK ji deverê kirin, Herweha hin serbazên Amerikiyan çûn cîhê bûyerê li devera Qereçox a Derikê li rojavayê Kurdistanê.