Fermandiya Giştî ya YPGê li Qereçox hatiye bombebarankirin

Derbarê êrîşên firokeyên şer yên Tirkiyê li ser binkeyên li Rojavayê Kurdistanê de, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê êrîşên firokeyên şer yên Tirkiyê li ser binkeyên li Rojavayê Kurdistanê de, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Giştî ya YPGê ragihand, “Demjimêr 2 li ber destê sibê, firokeyên Tirkiyê êrîşeke berfereh li ser baregeha Fermandariya Giştî ya YPGê li çiyayê Qereçox li nêzîkî bajarê Dêrikê kir, ku navenda ragihandinê û radio û hin dezgehên leşkerî li xwe digire.”

YPGê ragihand jî, “Di encamê de hejmarek ji şervanan şehîd û birîndar bûne, di demên bê de hejmar û navên wan belav dikin.”

Her çend e YPGê di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên zêde belav nekirine, lê li gor wêneyên ku medyayên PKKê belav kirine, Artêşa  Tirk ji beriya demkê ve hêza xwe ya leşkerî li dirêjahiya sînorê navçeya Bilibilê, navçeya Şiyê û navçeya Cindirêsê  zêde dikir. Artêşa Tirk her wiha riyên veşartî jî avakir û pirên ji çemento ava kir da bi hêsanî derbasî xaka herêmên asê yên dagirkiriye bibe.

Herwiha li navçeya Şiyê, Arêtşa Tirk di wê herêmê de tevgereke zêde pêk tanî û hejmara leşkerên xwe zêde dike. Di heman demê de alavên leşkerî yên nû anîne noqteyên xwe yên leşkerî.

Şeva borî û îro berbangê, firokeyên şer yên Tirkiyê binke û baregehên YPG û YBŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û li gor ajansên nûçeyan yên nêzîkî YPGê, 26 firokeyên şer di êrîşê de beşdar bûn.

Derbarê bombebaranê de Hevserokê PYDê Salih Mislim ragihand, “Me pêşbînî dikir ku Tirkiye Rojavayê Kurdistanê bombebaran bike, lê pêwîst e hevpeymanên me li ser bombebarana Tirkiyê bêdeng nemînin.”