Rusya û Erebistana Siûdî, li ser Suriye ne hemfikr in!

Wezîrên derve yên Rusyayê û Erebistana Siûdî Sergey Lavrov û Adil Cubeyr piştî hevdîtina xwe li Moskow presskonferansek lidar xistin. Ragihandinên her du Wezîrên derve li ser Suriye hemberê hevûdu bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên derve yên Rusyayê û Erebistana Siûdî Sergey Lavrov û Adil Cubeyr piştî hevdîtina xwe li Moskow presskonferansek lidar xistin. Ragihandinên her du Wezîrên derve li ser Suriye hemberê hevûdu bûn.

Adil Cubeyr destnîşankir ku, di Suriye ya pêşerojê de cîh ji Esed re nî ne. Li ser heman babetê Lavrov got ku, biryar li ser pêşeroja Esed û Suriye gelê Suriye dide.

Her li ser hebûna Hizbullah a Lubnanî jî bîrûrayên Cubeyr û Lavrov cuda bûn. Li gor Cubeyr, Hizbullah û Pasdarên Îranê rêxistinên terorî ne, Lavrov destnîşankir ku, ew Hizbullah wekî rêxistinek terorî nabînin û Hizbullah li ser daxwaza rejîmê li Suriye ye.