Pêşangeha hunermendên gênc li Stenbolê

Li Stenbolê ji 400an zêdetir berhemên cûr be cûr yên 50 hunermendên gênc û serbixwe bi riya peşangehekê ji bo hunerhezan tên nîşandan. Armanca sereke ya vê projeyê jî ew e ku rê li ber hunermendên gênc veke.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji 400an zêdetir berhemên cûr be cûr yên 50 hunermendên gênc û serbixwe bi riya peşangehekê ji bo hunerhezan tên nîşandan. Armanca sereke ya vê projeyê jî ew e ku rê li ber hunermendên gênc veke.

Berhemên 50 hunermendên gênc yên serbixwe ku ji nav hezar hunermendan hatine hilbijartin, li Stenbolê bi riya pêşangehekê bo hûnerhezan tên pêşandan. Di  pêşangehê de ji 400an zêdetir berhemên ji hev cuda yên wekî  vîdeo, peyker, wêne, performans,  berhemên hûnera hûnandî, gîf û wêneçîrok jî tên nîşandan.

Kûrator Seren Kohen ji K24ê re wiha axivî: "Di vê projeyê de di serî de me xwest em piştgiriya hûnermendên gênc yên serbixwe bikin. Gava me dest bi vî karî kir me dît; arîşeya herî mezin ew e ku dema hûnermendên gênc ji zankoyê derdiçin û şûnde nikarin bi jiyanê re têkiliyên xurt çêbikin. Ji lewra me xwest bi saya vê projeyê em van hûnermendan bi kûrator, xwediyê galeriyan û koleksiyoneran re bidin nasîn."

Projeya ku ji Tirkiyê û ji cîhanê kesên di qada hûner de navdar wekî lijne tê de cî girtî; li aliyekê bo vedîtina hûnermendên nû derfetên guncaw pêşkêş dike; li aliyekê jî hewl dide ku rê li ber hûnermendên gênc veke.

Di nav berheman de hin ji wan berhemên herî balkêş jî ev dîwar û wêneyên tirimbêlan bûn ku piştî bordûmaneke li Surî ji aliyê hûnermend ve hatine girtin û amadekirin.

Projeya ku ji aliyê Stenboliyan ve rastî eleqeyeke mezin hatî dê bi maweya 5 rojan bo hûnerhezan vekirî be.