Le Pen: “Euro miriye”

Kandîda Serokomariya Fransayê Le Pen di hevpeyvîna xwe li gel rojnameya Le Parisien, rexneyên giran birin ser siyaseta aborî ya Yekîtiya Ewrûpayê û got ku “Euro bi xwe jî miriye, em dive vegerin franka fransî”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Le Pen, jib o ku Fransa bikaribe bi xwe kontrola aboriya xwe bike, divê  vegere pereyên xwe yên berê frank a fransî.

Le Pen wekî rexnegîrek Yekîtiya Ewrûpa tê zanîn. Di dewra yekem a hilbijartinê Serokomariya Fransa de bi ji sedî 21,3 rêza dûyemîn girt û di dewra duyemîn de dê li hember Emmanuel Macron ku zêdetirin deng anîbûn rikberiyê bike. Dezgehên rapirsînê diyardikin ku, şansê hilbijartinê ji bo  Serokomariya Fransa ya Macron ji ya Le Pen zêdetir e.

Hilbijartina Serokomariya Fransayê dê 7ê Gulanê lidar bikeve.