Li Şirnexê 2 leşker birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê li çiyayê Kato di navbera endamên PKK û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer derket û di encamê de efserek û pasewanekî gund birîndar bûne.
Piştî ku li herêma Botanê, çiyayên Cûdî, Gabar û Kato û herêma Besta qedexeya derketina derve hat ragehandin, artêşa Tirk bi beşdariya pasewanan li herêma Besta û Kato dest bi operasyoneke berfireh kir.
Di operasyona aliyê Elkê devera Çiyayê Kato de şer derket. Di pevçûnê de çawîşek şareza û pasewanekî gund birîndar bûn.
Hat ragehandin, li herêmê operasyon berdewam dike û helîkopterên Kobra deverê bombebaran dikin û otombêlên zirîpoş berbi herêmê hatin veguhestin.