Pentagon: 352 sivîl li Iraq û Sûriyê hatine kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di daxuyanîyekê de ragihand ku ji 2014’an heta niha, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de herî kêm 352 sîvîl li Îraq û Sûriyê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di daxuyanîyekê de ragihand ku ji 2014’an heta niha, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de herî kêm 352 sîvîl li Îraq û Sûriyê hatine kuştin.

Pentagonê dîyar kir ku, kuştina 42 sîvîlên din jî hîn tê lêkolînkirin.

Li gor raporta Pentagonê de, di navbera Mijdara 2016’an û Adara 2017an de 45 sîvîl hatine kuştin. 80 sîvîlên ku ji Tebaxa 2014an heta niha hatine kuştin li raporta nû hatin zêde kirin.

Raportê da zanîn ku di Adarê de, di sê êrîşên esmanî yên cihê de 26 sîvîl hatine kuştin.

Hejmara ku Pentagon ser sîvîlên kuştî dide ji ya komên çavdêr pir hindiktir e. Komeke çavdêr, Airwar dîyar dike ku di êrîşên esmanî ya koalîsyonê de ji 3,000 zêdetir sîvîl hatine kuştin.

Di raportê de, 14 sîvîlên ku di Adarê de, di teqîneke duyê ya piştî êrîşeke esmanî de hatine kuştin jî hene.

Pentagonê di daxuyanîyê de got: ‘’Em li ber sîvîlên ku bi şaşî hatine kuştin dikevin û ji malbatên wan re sersaxîyê dixwazin’’