Parlamenterê HDPê Îbrahîm Ayhan hat binçavkirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan hat binçavkirin.

Parlamenterê HDPê Ayhan, dema ku xwast ji Rihayê bi firokeyê biçe Enqerê, li firokxaneya Gapê hat binçavkirin.

Hat ragehandin, derbarê Ayhan de ji du dozan biryara binçavkirinê heye.

Tê çaverêkirin, Îbrahîm Ayhan piştî kontrola tendirustî dê arasteyê Dadweriya Rihayê bê kirin.