Piştî 4 salan riya Qamişlo - Heleb hate vekirin

Piştî 4 salan ji qutkirina riyên bejayî di navbera Qamişlo û Helebê de bi sedema hebûna girûpên çekdar yên radîkal mîna DAIŞ û grûpên din û piştî Minbic hate rizgarkirin, bi hevrêziyekê di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de, careke din rê li pêş xelkê hate vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî 4 salan ji qutkirina riyên bejayî di navbera Qamişlo û Helebê de bi sedema hebûna girûpên çekdar yên radîkal mîna DAIŞ û grûpên din û piştî Minbic hate rizgarkirin, bi hevrêziyekê di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de, careke din rê li pêş xelkê hate vekirin. 

Weke gaveke destpêkî di hefteyeyê de du bas ji Qamişlo diçin Helebê. Herweha herhatina xelkê jî kêm e û piraniya siwaran kesên temen mezin û zarok in, ew jî ji metirsiya girtina ciwanan ji bo leşkeriya rêjîma Sûriyê û erkê xweparastinê ya Rêveberiya Xweser.

Di 4 salên bihûrî de ji bilî riya esmanî ti riyên din tune bûn, loma gelek astengî li pêş xelkê derdiketin, wek buhabûna nirxê firokeyê û zehmetiyên bidestxistina pîlêtan.

Xwedanên kampaniyên otomobîlên veguhestinê dibêjin ku nirxê yek pilêtê nêzî 20 dolaran e, lê di pêşerojê de piştî kampaniyên din dest bi kar bikin, dê nirxê pilêtan jî arzan bibin.