Barzanî: Rola Kakeran di pêşketina aborî û dabînkirina xweşguzariya welatiyan de heye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê, dabînkirina bextewerî û xweşguzariya welatiyan de heye û tekez kir, divê Kurdistan ji bo başkirina rewşa karkeran û dabînkirina mafên wan de gavan bavêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya Roja Karkerên Cîhanê de peyamek li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir û ragihand, “Bi boneya Roja Cêhanî ya Karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî karkerên Kurdistanê, sendîkaya Karkerên Kurdistanê û rêxistinên dakokîkerên mafên mirovan dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amaje bi rola girîng a karkeran di civakê de kiriye ku zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê û dabînkirina bextewerî û xweşguzariya welatiyan de heye û destxweşiyê li erk û keda wan dikim.”

Serok Barzanî amaje bi rêzgirtina mafê karkeran û başkirina rewşa jiyana wan dike û tekezî li ser wê yekê dike ku divê Kurdistan di vê riyê de gavan bavêje. Serok Barzanî dibêje: “Rêzgirtina mafên karkeran û başkirina rewşa jiyana wan û berçavgirtina dadweriyê amaje ne ji bo geşbûna mirovî û aboriyê û pêwîst e Kurdistan di wê riyê de pêngavên bavêje. Di vê boneyê de ez hêviya şadî û bexteweriyê ji bo karkerên ezîz dixwazim.”