PAK’ê cejna karker û kedkaran pîroz kir

Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Diyarbekirê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya PAK’ê de hat gotin ku 1’ê Gulanê, ji bo karker û kedkarên Kurd û Kurdistanê xwedî wateyeke firehtir e lewra Kurdan ji bo serdestiya gelê xwe her dem têkoşîna azadî û demokrasiyê dane.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê yek ji partiyên ku cejna karkeran pîroz kir, Partiya Azadiya Kurdistanê ye. Rêveberiya PAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku;  “Kedkarên Bakûrê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê, jiyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1’ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat, “Di 1’ê Gulana 2017’an de karker, karmend û bi giştî kedkarên Bakurê Kurdistanê, di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û qedexeyên Rewşa Awarte jî  rewşa kedkaran zehmettir dike. Bi hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin. Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aboriyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasiyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.

PAK dibêje, “Em di 1’ê Gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin, ji şer re, ji Rewşa Awarte re na; ji çareseriya siyasî û ji azadiya Kurdistanê re erê.