Li Stenbolê 3 kes, bi egera hildana Ala Kurdistanê hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Anadolu diyarkir ku, 3 kesên ku xwestine bi hildana Ala Kurdistanê beşdariyê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê li devera Bakirkoy li Stenbolê bikin, hatine binçavkirin.
Li devera Bakirkoy a Stenbolê, ku pîrozkirinên Cejna Karkeran 1ê Gulanê tê kirin, 3 hevwelatiyan bi Ala Kurdistanê beşdarî kirin. Bi vê egerê ji alî polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Li ser nasnameya binçavkiriyan tu agahdarî nehatin dan.