K24 diçe gundê Heko yê Kurdnişîn li Ermînyayê

Gundê Heko yê Kurdnişîn li başûrê Ermîniyayê, ku ji berî 100 salî 300 malên Kurdên Êzidî ji ber zilm û zora Tirkiyê koçber bûn û li vî gundî bicih bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Ermîniye

Gundê Heko yê Kurdnişîn li başûrê Ermîniyayê, ku ji berî 100 salî 300 malên Kurdên Êzidî ji ber zilm û zora Tirkiyê koçber bûn û li vî gundî bicih bûn.

Dibe qedera Kurd be hemû cih şikeft û stargeh bin, eger çi niha şikeftên gundên Heko weke berê girîngiya nemaye. Lê demekê cihê jiyan û xwe veşartina 40 malbatên Kurd ên Êzidî bû.

Her kesek serdana vî gundî bike bêgûman serdana xaniyê apê Şîrîn û apê Cemal dike, ew xaniyê ku ji bo yekem car Mela Mistefa Barzanî waneyeke girîng a Kurdayetî û emaneteke mezin tê de bicih hiştibû.

Ji bilî ku şêniyên gundê Heko bi alajvaniyê ve mijûlin lê zindîbûna xelk û hezkirina wan a ji bo xwendinê û bi navê gihiştina armancên mezin palnerek mezin bû ji bo avakirina dibistan û gihandina çendîn kesayetên navdar ku hertim neviyên niha û siberojê şanaziyê bi gundê Heko bikin.