Bakirî: Tehran piştgîrê Şamê ye!

Serfermandarên serbazî yên Komara Islamî ya Îranê û Komara Erebî ya Suriye, presskonferansek hevbeş kirin û hevkariya xwe ya stratejîk cardin anîn ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandarên serbazî yên Komara Islamî ya Îranê û Komara Erebî ya Suriye, presskonferansek hevbeş kirin û hevkariya xwe ya stratejîk cardin anîn ziman.

Serfermandarê serbazî yê Suriye Elî Ebdilleh, di çarçoweya seredana xwe ya ji bo Îranê de, li gel hevpostê yê Îranî Mihemmed Bakirî re hevûdu dît. Di civînê de “hevkariya stratejîk” a di navbeyna Tehran û Şamê de rojeva civînê bû.

Piştî civîna her du serfermandaran civîna rojnamegerî hate lidarxistin, ku tê de Bakirî piştgiriya Tehranê bo Şamê dubare kir.