Referendûm mafê siruştî yê gelê Kurdistanê ye

Buroya pêwendiyên derve ya hukimeta herêma Kurdistanê, bersîva berdevkê Wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî da: “Ne mafê tu kesî û welatekî ye ku, destwerdana karên navxweyî yên Kurdistanê bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Buroya pêwendiyên derve ya hukimeta herêma Kurdistanê, bersîva berdevkê Wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî da: “Ne mafê tu kesî û welatekî ye ku, destwerdana karên navxweyî yên Kurdistanê bike.”

Di daxûyaniyê de hate ragihandin ku “Li ser referendûma biryarê dawî gelê Kurdistanê yê ku mafê wî yê sirûştî heye bide. Referendûm wekî hemû neteweyên cîhanê, herweha mafê gelê Kurdistanê ye, ku di vê armancê de qurbaniyên mezin dan e. Milletê Kurd di doz û xwestekên xwe yên rewa de, dê têkoşîna xwe bidomîne. Pirsa referendûmê bi hukimeta Iraqê re dê gotûbêj kirin û bi rêya diyalogê dê bê çareserkirin. Di vê çarçoweyê de, em destwerdana her aliyek din red dikin û rê nadin destwerdanên derve”.