Eniya El-Nusra pereyên Efrînê didize

Rêbendeke Desteya Tehrîr Şam (Eniya El-Nusra berê) 11 diravguhêrên Kurd yên Efrînê desteser dike û nêzîkî yek milyon dolar ji wan distîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêbendeke Desteya Tehrîr Şam (Eniya El-Nusra berê) 11 diravguhêrên Kurd yên Efrînê desteser dike û nêzîkî yek milyon dolar ji wan distîne.

Rojnamevan Mihemed Bilo ji K24ê re ragihand, 11 diravguhêrên Efrînê diçin bajarokê Sermeda ya ser bi Idlibê û nêzîkî yek milyon dolar ji diravguhêrên Sermedayê dikirin. Di dema vegera wan ji Sermedayê, rêbendeke Eniya El-Nusrayê li nêzîkî wî bajarokî hemû pereyên wan ji wan distîne.

Li gor wî jêderî, Eniya El-Nusra piştî ku dolaran ji wan distîne, wan 11 diravguhêrên ji Efrînê (Hin Kurd in û hin jî Ereb in ) serbest berdide.

Li gor zanyariyên Mihemed Billo, ku Eniya El-Nusra hincet girtiye ku hin ji wan diravguhêran ser bi PYD û hinên din jî ser bi DAIŞê ve ne, ew tuhmetbar kirine û pere ji wan standine.