Asayişa Efrînê 5 endamên PDK-Sê azad dike

Asayişa Efrînê 5 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji girtîgehên xwe azad kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê 5 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji girtîgehên xwe azad kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, endamên wê partiyê Mihemed Mistefa, Nebî Horo, Ednan Cabo, Emar Cencî îro ji girtîgehên asayişa Efrînê hatin azad kirin.

PDK-Sê amaje bi wê kir, ku ew endamên ku îro hatine azadkirin, roja 4 Adara borî ve piştî bûyerên li Xanesorê ji aliyê asayişa Efrînê ve hatibûn girtin.

Herwiha PDK-Sê daxwaza serbestkirina hevalên din yên wê partiyê yên di girtîgehên asayişa Efrînê de jî kir û da zanîn ku hîn Şaban Şêxo, Îsmalî Heyder, Ehmed Sîdo, Îdrîs Elo li cem asayişa Efrînê girtî ne.