"Tirkiye piştî Remezanê êrişî YPGê dike"

Rojnameyeke Tirkiyê îdia kir ku, Artêşa Tirkiyê plan daniye ku piştî meha Remezanê operasyoneke berfireh dijî YPGê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Tirkiyê îdia kir ku, Artêşa Tirkiyê plan daniye ku piştî meha Remezanê operasyoneke berfireh dijî YPGê encam bide.

Rojnameya “Karar” ya ku nêzî hikûmeta Tirkiyê ye, îdia kir ku piştî gotina Serokomarê Tirkiyê Erdoganî ya wek;'Emê şevekê ji nişka ve bên' di nava Artêşa Tirkiyeyê de jî amadekarî dest pê kirine. Rojname balê dikişîne ser çavkaniyên xwe yên li herêmê û dibêje: "Artêşa Tirkiyê gotiye planên me amade ne."

Li gor wê rojnameyê, piştî Tirkiyê Minbic weke armanc nîşan da, hem leşkerên Amerîka û hem jî yên Rûsya ji bo pêşî li êrişên Tirkiyê bigirin li herêmên Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn û ev yek biryara Tirkiyê ya ji bo êrişê naguherîne.

Herwiha di nûçeya wê rojnameyê de behsa wê yekê tê kirin, ku armanca sereke ya operasyona Tirkiyê, korîdora YPGê ya ku dikeve di navbera Kantona Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ye.

Tevî dîroka operasyonê nehatiye diyarkirin, lê tê gotin operasyon wê piştî Remezana îsal dest pê bike.