Xana Delîlan ji bo mazuvaniya rêberan hatiye avakirin

Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, bi berhemên xwe yên dîrokî û rengîn wekî mûzexaneyeke servekirî ye ku yek ji van berheman jî Xana Delîlan e. Xana Delîlan ku di sala 1527’an de hatiye avakirin nêzîkî 500 sal in ku li hember demê li ber xwe dide û xizmeta xelkê dike.

 

K24 – Diyarbekir  

Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, bi berhemên xwe yên dîrokî û rengîn wekî mûzexaneyeke servekirî ye ku yek ji van berheman jî Xana Delîlan e. Xana Delîlan ku di sala 1527’an de hatiye avakirin nêzîkî 500 sal in ku li hember demê li ber xwe dide û xizmeta xelkê dike.

Kervansaray an jî bi navê xwe yê resen, Xana Delîlan; di nav navçeya Sûrê de bi heybet û motîfên xwe yên dîrokî hem ji aliyekî ve rastî eleqeya geştyaran tê, hem jî wekî otelê tê bikaranîn. Di Xana Delîlan de 72 jûr û 17 dikan hene û di vê xanê de bê navber xizmet hatiye dayîn. Xan, yekem berhema Osmaniyan e ku piştî Diyarbekir ji aliyê Osmaniyan ve hatiye standin, ji aliyê Parêzgarê Diyarbekirê yê wê serdemê Husrev Paşa ve hatiye avakirin. Gerînendeyê Berê yê Weqfên Bakûrê Kurdistanê Kerem Serhedî amaje dike ku Xana Delîlan yek ji berhemên taybet e ku bi kevirên Diyarbekir hatiye avakirin.

Gerînendeyê Berê yê Weqfên Bakûrê Kurdistanê û Lêkolîner Kerem Serhedî ji K24ê re wiha axivî: “Di sala 1517’ê de Diyarbekir ketiye destê Osmaniyan û parêzgarê yekem Mehmmet Paşa ye û yê dûyem jî Husrev Paşa ye ku Xana Delîlan di dema wî de hatiye avakirin. Ev xan wekî kulliyekî ye tê de medrese jî heye û mizgeft jî heye.”

 Armanca sereke ya avakirina Xana Delîlan ew e ku ji bo delîlên,  xizmeta xelkê bixwazin biçin hecê dikin hatiye avakirin. Ji ber ku gelek karwanan jî berê xwe dida vê xanê, ji bo hêştirên karwanên bazirganan jî eywanên taybet hatine lêkirin ku ev eywan têra 800 hêştiran dike. Xana Delîlan ji kevirên reş û spî hatiye çêkirin, kevirên spî ji Rihayê hatine anîn û kevirên reş jî kevirên Diyarbekir ên navdar in.

Kerem Serhedî dibêje: “Kervansaray, navê wê yê rastî Xana Delîlan. Wateya delîl, kesên ku rêbertiyê dikin e. Kesên ku diçun hecê delîlên wan hebûn ango rêber. Ew delîl jî li vê derê diman. Ji ber vê yekê navê vêderê bûye Xana Delîlan.”

Xana Delîlan gelek caran bi awayekî bêxem hatiye bikaranîn, lê piştî di sala 1988’an de hatiye restorekirin, aliyê wê yê dîrokî baştir derketiye pêş û niha her çiqas ji ber şerê xendeqan ji rojên giran derbas bibe jî bi heybeta xwe li ser piyan e.