Ala Rûsî li hember Tirkiyê li Efrînê tê hildan

Li Efrînê li navçeyên sînorî yên bi Bakurê Kurdistanê re ala Rûsyayê tê hildan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê li navçeyên sînorî yên bi Bakurê Kurdistanê re ala Rûsyayê tê hildan.

Medyayên Tirkiyê belav kirin, ala Rûsyayê di navbera li Efrînê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û li navçeyên di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de hatiye bilindkirin.

Herwiha ragihandina, piştî dîtina ala Rûsî li sînorê Efrînê, artêşa Tirkiyê amadekariyên tund girtine ber.

Hildana ala Rûsî li navçeyên Efrînê di demekê de ye, ku Amerîka hêzên xwe di navbera Qamişlo û Kobanê de belav kirine, bo rêgirtin li pêş topbarana Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê.

Di demên borî de, artêşa Tirkiyê gundên Efrînê yên sînorî topbaran kir, YPGê jî bersiva wan êrîşan dabû.

Tê zanîn li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsyayê de di meha Adara borî de Rûsya navnedeke leşkerî li Kefercena Efrînê damezrand.