Şopên travmayên şer bi nîgaran paqij dikin
K24 – Stenbol
Zarokên ji Tirkiyê û yên Sûriyeyî bi maweya du rojan hatin ba hev, bi hevre lîstin, nîgar xêz kirin û hevdu nas kirin. Ev proje projeya komek xwendavanên zankoyê bû. Armanca wê jî ew bû ku zarokên Suriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî berev Tirkiyê ve penaber bûne, bi qasî maweyeke kin be jî ji travmayên şer dûr bixin û wan bi zarokên din re bidin nasîn.