Goran daxwaz dike, pirsgirêkan bi PDKê re bi guftûgo çareser bikin

Serkirdayekî pilebilind ê Tevgera Goranê li ser gora Newşîrwan Mistefa li girê Zergete ya Silêmaniyê daxwaz dike ku pirsgirêkên di navbera wê tevgerê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi guftûgo bêne çareserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê di Tevgera Goranê de Omer Şeyid Elî di konferansa rojnamevanî ya ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de li ser gora Newşîrwan Mistefa ragihand: “Hêvîdar in ew nakokî û pirsgirêkên ligel di navbera tevgera rizgarîxwaza gelê me de heye, bi taybet ya yên di navbera Tevgera Goran û PDKê de, bi diyalogê û birayetî bêne çareserkirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro bi serdanekê gihêşte Silêmaniyê û girê Zergete tacegulek danî ser gora Newşêrwan Mistefa û ragihand ku, bi hev re gelek karên hevbeş kiribûn û serkeftin bidest xistibûn.