Endamekî PDK-Sê di dadgeha Efrînê de canê xwe jidest da

Li Efrînê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di dadgeha Rêveberiya Xweser de canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di dadgeha Rêveberiya Xweser de canê xwe jidest da.

Endamê PDK-Sê Mihemed Hesen Sîdo ku temenê wî 80 salî ye, îro di dadgeha Rêveberiya Xweser li Efrînê canê xwe jidest da.

Reşîd Sîdo ku kurê Mihemed Hesen Sîdo ye ji K24ê re got: “Ji berî 10 rojan ve asayişa Efrînê bi ser mala bavê min de girt û bavê min yê 80 salî binçav kirin û birin zîndanê.”

Reşîd Sîdo da zanîn, “Ji ber ku giyayek jixwe serê di mala bavê min de derketibû, andamên asayişê gotin ev cureyeke ji madeyên hişber e û bavê min bi tuhmeta çandina wê madeya hişber binçav kirin. îro jî di dadgehê de bavê min canê xwe jidest da.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo jî ji K24ê re da zanîn, Mihemed Hesen Sîdo ji gundê Bêlê yê navçeya Şera ye û temenê wî 80 salî ye û yek ji kesayetiyên navdar yên Efrînê ye, ku ji destpêka temenê xwe de di nava rêza kesên welatparêz û xebatkar de bû û ji nifşê yekem ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê bû.