Amadekarî bo hilbijartinan tên kirin

Bi armanca amadekirina bo proseya rapirsiyê li Herêma Kurdistanê û hilbijartinên din, Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan li Kurdistanê, Nûnerê Netewên Yekgirtî yê li Herêma Kurdistanê vexwand civînekê, bo pirsa çavdêriya hilbijartinan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca amadekirina bo proseya rapirsiyê li Herêma Kurdistanê û hilbijartinên din, Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan li Kurdistanê, Nûnerê Netewên Yekgirtî yê li Herêma Kurdistanê vexwand civînekê, bo pirsa çavdêriya hilbijartinan.

Derbarê bi yasayên hilnijartinê jî, Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê Şêrwan Zirar ragihand, heger yasayên din dernekevin, ewên kar bi yasayên kevin bikin û 3 milyon û 500 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê derbarê referandûmê de got: “Heta Niha bi fermî bo wê proseyê û dema encamdan wê, ew nehatine agahdarkirin.”