33 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin binçavkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 33 kes bi tometa endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 33 kes bi tometa endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin binçavkirin.

Hêza Dijîterora Tirkiyê, li bajarê Edene êriş birin ser gelek malan û piştî şikandina deriyan ketin malan. Di operasyonan de bi tometa ku beşdarî çalakiyên deryasayî bûne, 7 jin bi giştî 16 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê jî polîsan êriş li Navenda Çandê ya Îdilê kir û piraniya wan rêveberên navendan, 11 kes girtin bin çavan.

Li Bakurê Kurdistanê jî, li bajarê Sêrtê 5 kes û Hevserokê Şaxa Sitewrê ya DBP'ê Kemal Aydin, bi tometa endamtiya PKKê hatin binçavkirin.