Li Efrînê, dema leşkeriyê tê dirêjkirin

Li Efrînê Rêveberiya Xweser û Desteya Parastinê, dema leşkeriyê ji bo du mehên din dirêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê Rêveberiya Xweser û Desteya Parastinê, dema leşkeriyê ji bo du mehên din dirêj dikin.

Desteya Parastinê ya li Efrînê di nameyekê bo Hevserokatiya Cibicîkar de daxwaza dirêjkirina xula 7emîn a erkê xweparstinê bo 3 mehan kir, lê Hevserokatiya Cibicîkar ew daxwaz bo 2 meha pesend kir.

Erkê xweparastinê ku ji aliyê gel û partiyên ser bi ENKSê wek “Leşkeriya neçarî” tê binavkirin, dema wê leşkeriyê 9 meh in, lê bo xula 7emîn bo 11 mehan hat dirêj kirin.

ENKS, her car PYD û Tev-Demê tuhmetbar dike, ku ew bi darê zorê xortên Kurdistana Sûriyê bo ecinde û îdeolojiya xwe yên partîtî û şerên li derveyî herêmên Kurdî bikar tîne (Minbic, Reqa û hin deverên din), ku ev yek jî dibe sedema valakirina herêmên Kurdî ji nifşê xortan.