YPG navendên perwerdekirinê ji Efrînê dibe Helebê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baregehên xwe yên ji bo perwerdekirina leşkerî ji Efrînê veguhestin Helebê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baregehên xwe yên ji bo perwerdekirina leşkerî ji Efrînê veguhestin Helebê.

Navenda Demokrasiyê a Mafên Mirovan li Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn, YPGê navendên xwe yên perwerdekirina leşkerî ji Efrînê veguhestine bajarê Helebê û tenê navendên tomarkirin û komkirina xortan bo leşkeriyê li Efrînê hêştine.

Li gor wê Navenda Demokrasiyê, YPGê dema şervanan ji Efrînê vediguhêze Helebê, di navçeyên di bin destê rêjîma Sûriyê re derbas dibin.

Li gor zanyariyên wê navendê, yekem xula ku ji Efînê bo Helebê hatiye veguhestin jî, roja Pêncşema bûrî 1 Gulanê bû. Herwiha dema perwerdeya wan dê 45 roj bin.

Navenda Demokrasiyê a Mafên Mirovan li Kurdistanê amaje bi welatiyê Almanî ji regeza Kurd Şaban Şêxo kiriye, ku dema ji Almanyayê hatibû Efrînê, ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser hate binçavkirin û dema 2 mehan li navenda komkirina bo leşkeriyê li navçeya Mabeta mabû û piştre jî roja 1 Gulanê bo navendeke perwerdekirina leşkeriyê li Helebê hatiye veguhastin.