Barzanî êrîşa teroristên DAIŞê ya li ser Tehranê şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên teroristî yên li ser Tehranê şermezar dike û serxweşî li gel û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên teroristî yên li ser Tehranê şermezar dike û serxweşî li gel û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê dike.

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Teror dijminê hevbeş ê gelên navçê ye û li dijî hemû buhayên esmanî û û mirovî ye. Bo rûbirûbûna wê jî hewla her aliyekî û welatekî pêwîst e û erk e li ser her aliyekî ye.

Deqa daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Gelek bi tundî şermezariya êrîşa teroristî ya roja Çarşemê 7. 6. 2017an ya li bajarê Taranê dikim û bi vê boneya xemgîn, serxweşiyê li gel û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê û kesûkarên qurbaniyên wê bûyera teroristî dikim.

Teror dijminê hevbeş ê gelên navçê ye û li dijî hemû buhayên esmanî û û mirovî ye. Bo rûbirûbûna wê jî hewla her aliyekî û welatekî pêwîst e û erk e li ser her mile aliyekî.

Gelê Kurdistanê ku xwe qurbanê destê terorê ye li sengerên pêşî yên li dijî terorê ye. Hêvîdar im bi hevahengiya hemû aliyan, teror were jinavbirin û navçe û cîhan ji wê dijminî dirinde rizgar bibin.