Îranê carek din dijberiya xwe ya referendûmê anî ziman

Rêberê olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Hamaney di hevdîtina xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dijberiya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê anî ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Hamaney di hevdîtina xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dijberiya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê anî ziman.

Hamaney got: Îran wekî drawseyek, li dij perçebûna Iraqê ye. Yên ku mijara serxwebûnê tînin rojevê, li hember nasname û serweriya Iraqê ne.

Herweha Elî Hamaney dijberiya xwe hemberî hêzên Amerika li Iraqê jî diyarkir. Destnîşankir ku, Iraq dive bawerî bi Amerika neyîne û bi çi egerê be, bi nave rahênan an tiştên din jî be, hebûna serbazên Amerika li Iraqê metirsî ye!