Qedexeya çalakiyan li Dîlokê hat ragihandin

Li bajarê Dîlokê yê bakûrê Kurdistanê hemû coreyên çalakiyan ji bo mehekê hatin qedexekirin. Li Colemergê jî qedexe 15 rojan hat dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dîlokê yê bakûrê Kurdistanê hemû coreyên çalakiyan ji bo mehekê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dîlokê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, çalakiyên weke danîna çadiran, belavkirina belavokan, kampanyaya îmzeyan, çalakiyên rûniştinê û şahî ji bo mehekê qedexe kir. Li gor daxuyaniyê qedexe wê roja 25ê Hezîranê destpê bike û wê heta 25ê Tîrmehê berdewam bike.

Herwiha parêzgariya Colemêrgê jî qedexeya li 28 herêmên navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever qedexeya derketina derve ji bo 15 rojên din dirêj kir.