Li Çelê leşkerekî Tirk hate kuştin

Operasyonên Artêşa Tirk li gelek deverên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Di şer û pevçûnan de leşkerek û pasewanekî gund hatin kuştin, pasewanek jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyonên Artêşa Tirk li gelek deverên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Di şer û pevçûnan de leşkerek û pasewanekî gund hatin kuştin, pasewanek jî birîndar bû.

Parêzgarê Colemêrgê ragehand, li navçeya Çelê nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê, di encamê teqîna mayinek de leşkerekî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, li navçeya Çalderan ya Wanê, di encamê teqandina bombeya ku berê hatibû bicîhkirin de, pasewanekî gund hat kuştin, pasewanek jî birîndar bû.