Wezareta Pêşmerge pêdaçûnê di sîstema bergîriya Kurdistanê de dike

Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê li ser sîstema bergîriya Başûrê Kurdistanê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê li ser sîstema bergîriya Başûrê Kurdistanê dike.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragehand, wezaret mijûlî danîna projeyekê ye bo danîna plana stratejîk a ewlehiya hevbeş a hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Ew plana stratejîk, Pêşmerge dike yek hêz û bi yek awayê sînorên Başûrên Kurdistanê dê ji Şingal û heta Xaneqînê biparêzin.

Cebar Yawer amaje bi wê yekê jî kir, ku biryar dane ku lijneyek bilind ji Wezaret Pêşmerge û yekîneyên 80 û 70 yên hêzên Pêşmerge pêk bînin, bo pêdaçûnê li ser xeta berevaniyê bikin û bihêz bikin.