DAIŞê bombeyek di kêlgeha petrola Kerkûkê de çand

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand bombeyeke çandî di bîra petrolê 128 a kêlgeha Bay Hesen de hate dîtin, niha ji aliyên pêwendîdar ve hewla pûçkirina wê bombeyê tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand  bombeyeke çandî di bîra petrolê 128 a kêlgeha Bay Hesen de hate dîtin, niha ji aliyên pêwendîdar ve hewla pûçkirina wê bombeyê tê kirin.

Rêveberê polîsa qeza û navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji K24ê re ragihand, tîmên pûçkirina bombeyan û hêzên polîs ve bo pûçkirina wê bombeyê çûnê nava wê kêlgehê.

Ev yek di demekê de ye, berê çend caran DAIŞê hewl daye bîrên petrolê yên kêlgeha Bay Hesen biteqînin, lê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê û Pêşmergeyan ve hewlên DAIŞê têk birine û çend caran jî şer di navbera hêzên Pêşmerge û xwekujên DAIŞê de li wê kêlgehê derketiye.