Yekem civîna Trump û Putin pêkhat
K24 – Navenda Nûçeyan
Di lûtkeya G20 a ku li bajarê Hamburg li Almanya de lidar dikeve de, Serokê Amerikayê Donald Trump piştî hilbijartina xwe wekî Serokê Amerikayê yekem car ligel Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin civiya.
Ajansên cîhanî yekem wêneyên civînê weşandin.
Tê çaverêkirin, her du serok liser çendîn pirsên girîng biaxifin, ku pirsgîrêka Suriye di xala yekem a rojevê de ye.