Li Colemêrgê êrîş li karkeran: 4 karmend hatin kuştin

Li Colemêrgê êrîş li ser karwana kompanyaya dirustkirina rê û piran tê kirin, di encamê de 4 kes tên kuştin û kesekî din jî birîndar dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Colemêrgê êrîş li ser karwana kompanyaya dirustkirina rê û piran tê kirin, di encamê de 4 kes tên kuştin û kesekî din jî birîndar dibe.

Êrîş li navçeya Çobanpinarê ya ser bi bajarê Geverê tê kirin û otombîlên kompanyay dirustkirina rê û piran ya leşkerî tên armanckirin.

Di encama êrîşê de, 2 karmendên kompanyayê tên kuştin û 3 karmendên din jî birîndar dibin. Lê li nexweşxanê 2 karmendên birîndar canê xwe jidest didin û birîndarê din jî di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Piştî bûyerê û li dijî êrîşberan, operasyoneke berfereh dest pê kir.