Putin: Guhartina helwesta Amerîka, bû sedema agirbesta li başûrê Sûriyê

Rûsya radigihîne, agirbesta li başûrê Sûriyê ji encama guhertina helwesta Amerîkî ya derbarê Sûriyê de bû, lê Amerîka wek gavekê berve aştiyê binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radigihîne, agirbesta li başûrê Sûriyê ji encama guhertina helwesta Amerîkî ya derbarê Sûriyê de bû, lê Amerîka wek gavekê berve aştiyê binav dike.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ragihand helwesta Ameîka derbarê Sûriyê de hatiye guhertin û guncaw bûye, loma wan karîbû bigihin agirbestekê li başûrê rojavayê Sûriyê.

Ev daxuyaniya Putin di çarçova Lûtkeya G20 de li Hamburga Almanyayê di konferanseke rojnamevanî de hatin û amaje bi wê kir ku Amerîka, Rûsya û Urdinê gihêştin rêkeftineke agirbestê li başûrê rojavayê Sûriyê.

ji aliyê xwe Şêwirmendê Asayişa Netewî di koşka Spî de Herbert remond McMastir got, ragirtina gulebaranê ji karên pêşî yên Amerîkayê ye û gaveke berve aştiyê li tevahiya Sûriyê ye.

Biryar e îro piştî nîvro agirbest dest pê bike û hersê bajarên Swêda, Der'a û Quneytire lixwe bigire û hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê dê çavdêriya wan deveran bikin bi hevahengî ligel Amerîkî û Urduniyan.