Amnesty giliyan li Tirkiye dike

Binçavkirina 11 parêzvanên mafê mirovan û Dîrektora Amnesty Înternational ya Tirkiyê li Tirkiyê û asta navnetewî de deng veda. Serokê Amnesty daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike ku gavek zûtir çalakvan serbest bên berdan û ji lîderên Lutkeya G20 jî xwest derbarê mijarê de hayedar bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Binçavkirina 11 parêzvanên mafê mirovan û Dîrektora Amnesty Înternational ya Tirkiyê li Tirkiyê û asta navnetewî de deng veda. Serokê Amnesty daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike ku gavek zûtir çalakvan serbest bên berdan û ji lîderên Lutkeya G20 jî xwest derbarê mijarê de hayedar bin.

Polîsê Tirkiyê, Dîrektora Amnesty International ya Tirkiyê Îdîl Eser û 11 parêzvanên mafên mirovan li Buyakadaya Stenbolê di dema civînê de girtin binçavan. Welatiyê Almanya Peter Steudhen û welatiyê Swêdê Alî Gharavî jî di nav de.

Beriya mehekê Taner Kiliç, berpirsê Amnesty ya Tirkiyê bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatibû girtin.

PARÊZERA ÎDÎL ESER - NACIYE DEMÎR

"... Biryara binçavkirinê dane, lê nahêlên parêzer wana bibînin. Heta niha me ew nedîtinê. Ti agahiya me nîne. Em îro fêrbûn ku, dema binçavkirina wan heftiyek hatiye dirêjkirin. Hê ji me re sedema binçavkirina wan nehatiye gotin."

Binçavkirina aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan, di asta navnetewî de deng veda Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa helwestên tund derbarê bûyerê de nîşanê Tirkiyê dan.

Serokê Amnesty Internationalê bang li Tirkiyê dike ku, parêzvanên mafên mirovan serbest bên berdan û ji lîderên ku beşdardî civîna G20'ê bûne dixwaze mijarê bişopînin.

SALIL SHETTY - SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ BEXŞÎNA NAVNETEWÎ

"... Helwesta Amnesty li Tirkiyê, şopandina rewşa saziyên sivîl e û em her tim ser tiştên ku em bikaribin bikin bi hev re diaxivin. Hêviya min ev e ku, hikûmeta Tirkiyê wan kesan gavek zûtir berde. Lê em nizanin, eger rewş bimîne heta heftiyekî wê demê çare namîne. Emê hewl bidin ka em dikarin çi bikin."

Taybet piştî hewldana derbeya leşkerî, derbarê kiryarên hêzên ewlekarî û dadgehên Tirkiyê de gumanên mezin derketine pêş. Herî dawî, Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî, ji ber cezaya zîndankirina parlamenterekî wan ji Enqerê ber bi Stenbolê dest bi meşê kiribû.