Ilham Ehmed: Bi kêmahî divê Rûsya rê li pêş êrîşa Tirkiyê bigire

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed ragihand, armanca Tirkiyê ji êrîşa li ser Efrînê ew e ku projeyeke Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad neyê avakirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed ragihand, armanca Tirkiyê ji êrîşa li ser Efrînê ew e ku projeyeke Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad neyê avakirin.

Hevseroka ESDê Ilham Ehmed ji K24ê re ragihand, êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê û Rojavayê Kurdistanê tên kirin, armanca wê ew e, ku hemû destkeftên ku bidest hatine, têk bibin. Herwiha ji bo projeyeke Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad neyê avakirin.

Ilham Ehmed got jî, ji bo Tirkiyê herêmeke xwe ya tambon li bakurê Helebê ava bike û Ezaz û Idlibê bigihînin hev, dixwaze dest dane ser Efrînê û wê dagîr bike.

Derbarê rola Amerîka û Rûsyayê di Sûriyê de Ilham Ehmed got, Amerîka û Rûsya du hêzên mezin in li ser xaka Sûriyê ne, yek alîgira rêjîma Sûriyê ye û ya din jî alîkariya HSDê dike, pêwendiyên wan jî bi wanherdu hêzan re hene, da ku karibin herêmên xwe biparêzin.

Herwiha Iham Ehemd amaje bi wê kir, ku Rûsya dibêje ew dixwazin aramiyê di hundir Sûriyê de çê bikin. Dema êrîş li ser Efrînê çê dibe, divê Rûsya bi erkê xwe rabe û bi kêmahî jî divê rê li pêş êrîşa Tirkiyê bigire.