Edhem Barzanî: PDK amade ye ligel tevgera Goranê bicive

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, PDK amade ye ligel Tevgera Goranê û tevahiya aliyên siyasî rasterast bicive.
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, PDK amade ye ligel Tevgera Goranê û tevahiya aliyên siyasî rasterast bicive.

Edhem Barzanî got: “Pirsa referandûm û serxwebûnê ne tenê girêdayî PDK, YNK, Tevgera Goran yan aliyên din e, ev pirs pirseke niştimanî ye.”

Edham Barzanî amaje bi wê kir, ku ew çaverê ne ku tevahiya pirsgirêkên di navabera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bêne çareserkirin

Edhem Barzanî hêvî xwast jî ku her Kurdek jî beşdar be di proseya referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî de. Di dawiyê de referandûm bi dengê hemû welatiyên Kurdistanê ev prose biser dikeve.