Leşkerekî Îranî teqe li 9 leşkeran dike, piştre jî xwe dikuje

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Mihr” a Îranî belav kir, duh leşkerekî artêşa Îranê teqe li hejmareke hevalên xwe kiriye, ji di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, ew leşker ji leşkergeha bajarokê Abiyek ê ser bi bajarê Qezwînê li bakurê rojavayê Îranê dikeve, ku 14o k.m ji Tehranê ve dûr e, teqe li hevalên xwe kiriye û piştre jî xwe kuştiye.

Di wê derbarê de Fermandarê wê bajarêkê ragihandiye, lêkolîn derbarê wê bûyerê de dest pê kiriye û niha nikarin ti zanyariyekê bidin, ta lêkolîn bidawî dibin.