6 parêzvanên mafê mirov hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha cezayî ya 10 a Stenbolê biryara girtina 6 endamên Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) da. Di nav wan de Berpirsiyara Tirkiye Idil Eser, hevwelatiyê Swêdê Ali Ghravi û hevwelatiyê Almanyayê Peter Steudtner jî hene. Hemberê 3 gumankaran jî, qedexeya derketina derveyî welat hate biryar dan.

Dozger li dijî parêzvanên mafê mirovan giliyê alîkarîkirin a rêxistinek terorê ya çekdar kir, lê tu nave rêxistinek çekdar ne da.

Amnesty International daxwaza azadkirina endamên xwe kiribû. Tê çaverêkirin, girtina wan aloziyên di navbeyna Amnesty û Tirkiye de berferehtir bike.